“Metinxwanek nebitin, sahibê me’na çi bikit?”*

Zêrê zer e, di binê erdê de namîne. Ev her çi qas gotineke faşbûyî xuya bike jî, ji ber ku qonaxên bîra Kurdbûnê sal bi sal, bi gavine berfireh zelaltir dibin, êdî gotin û biwêjên zimanê Kurdî jî digihîjine wateyên xwe yên kûr. Li ser babet û warên ku dê tevkarîya bilindbûna stûnên me yên neteweyî bikin, sal bi sal xebatên berfirehtir, birêkûpêktir û karîgertir têne kirin û dikin bêne kirin. Her karekî çapkirin, belavkirin, şirovekirin, xwendin û danxwendinê ya biçûk, biçûk xuya bike jî, bê guman kartêkerîyeke xwe ya nepenî û mezin li ser civaka Kurd a bindest, lê serbilind, heye. Îro ro, di gel bîra me ya birîndar a ku me gişan diêşîne, nivîskar, rewşenbîr, helbestkar û domkarên zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî çawa hê jî dikarin li hemberî rasteqînîya sergoya civakî ya bi destên biyanîyên li ser erdên Kurdan rûniştî çêbûye çik li ser pêyan in û çawa hê jî dikarin terîfeke xurt li xewna bi çend sed salan bixin? Sedem, çi qasî bi rêk û pêkî neketibe binê qeftê jî, dîroka me ye, ku bi guhên me de xwendiye û gotiye, “Hûn dikarin hebin!” Sedem, di nava vê dîrokê de, bi taybetî dîroka wêjeya Kurdî ye, di nava dîrokê wê de jî, tevî çend navên din ên gewre, wekî Baba Tahir, Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Hecî Qadirê Koyî, rasterast, helbestkar, nivîskar û seyda Ehmedê Xanî ye, ku di ser mirina wî re, bi qasî ku êdî tê zanîn, 301 sal derbas bûye.

Helbestkarê mezin ew e kes e, çawa Selîm Temoyê ku bi pêşgotineke kurt û xurt tevî vê berhemê bû ji Sigmund Freud xweş wergirtiye, helbestkarê mezin ew kes e ku şûna pêyê wî di gelek qonaxên civakê de kifş e. Ehmedê Xanî ji bo me Kurdan ji zû ve ye rasterast ew kes û ew helbestkarê mezin e. Şahperên deqên (metnên) hemû berhemên xwe – ne bi tenê bi mesnewîya xwe, Mem û Zînê ve, her wiha bi Nûbara Biçûkan, bi Dîwana xwe ya belawela, ku em hê jî pê nizanin sînorên wê çi ne û hetanî kû ne, bi Eqîdeya Îmanê û bi Eqîdeya Îslamê ve – fireh vedike, pêyên xwe datîne ser hemû wêjeya me ya berê û ya vê sedsalê, ya ku xwe nû dike. Çawa ku T. S. Eliot di çarçoweya dîroka wêjeyê, kelepor û nûjenîyê de gotiye, “Shakespeare û Dante gerdûn di nava xwe de parî hev kirine, tiştek ji me re nehiştine,” em dikarin bibêjin ku Xanî’yê mezin bi ‘berhem’a xwe ji me re xanîyê me yê neteweyî ava kiriye, sêwra welatê me ji tixûbên welêt bigirin heta perwerdehî, bawerî, zanyarî, felsefe, deqnasî û birêvebirina civakê danîye û ev serê sedsalekê ye ku bi hewildanên biçûk be jî, zanyar û wêjekarên bîyanî û yên Kurd dil dikin di raza Xanî bigihîjin, li gorî vê yekê jî, bi taybetî Mem û Zîn, ta astekê wergerîyaye zimanine bîyanî û têye wergerandin, ji çapa wê ya Stembolê ya di destpêka sedsala 20. û vir ve ye li welatinan, bi tîpên Erebî û Latinî, deqa resen, Kurdîya wê hatiye çapkirin. Lewma jî, bi boneya 301 salîya mirina Xanî, Weşanên Lîsê, tevî hemû zehmetîyên karekî bi vî rengî, xwe da ber amadekirin û çapkirina hemû berhemên Ehmedê Xanî. Bi qasî ku em pê dizanin, ev cara pêşîn e hemû berhemên Ehmedê Xanî wekî ‘hemû berhem’ di pirtûkekê de têne berhevkirin û çapkirin, ku tev de ji pênc berhemên Ehmedê Xanî yên ji hev cuda, ji mesnewîya wî, Mem û Zîn, ferhenga ku wî ji bo zarokên Kurmanc nivîsîye, Nûbara Biçûkan, Dîwana wî, Eqîdeya Îmanê û Eqîdeya Îslamê pêk tê. Bê guman, me derfet nîne em di vê kurtenivîsê de behsa hemû qonaxên amadekirina vê xebata mezin a bi mehan bikin; em ê bi çend nîşeyên sereke peydakirin, lêkanîn û pêkanîna van pênc berheman bikin ku ‘Hemû Berhemên Ehmedê Xanî’ pêk tînin.

Dema ku me dest bi tîpguhêzî û berhevkirina deqên Xanî kir, me dît bê çendî zehmet e em deqeke birêkûpêk a aydî kilasîkên me peyda bikin. Bi taybetî jî, di tîpguhêzîya Mem û Zînê de, me dît bê çi qas kêm û kasên elifbêya zimanê Kurdî ya Latinî hene, ku berhemên me yên kilasîk hemû bi tîpên Erebî hatine nivîsîn û nivîsîna bi Latinî ya peyv û terkîbên koka wan bi Erebî girêk û problem e. Lê mixabin îro ro, ji bo ku em bikaribin wan dengên ku di Kurdî de nînin bi elifbêya Latinî binivîsin, rayeya me tine em tîpên ku bikaribin wan dengan bidin li elifbêya xwe zêde bikin; biryareke wiha biryareke neteweyî ye û her wiha me divê êdî elifbêyeke yekgirtî hilbijêrin, di vê babetê de jî, li hemberî elifbêya Erebî ya ku li Başûr û li Rojhilat tê bikaranîn û elifbêya Kirîlî ya ku ji alîyê Kurdên me yên Qefqasan û Ûris ve bi giranî tê bikaranîn, tercîhkirina elifbêya Latinî ye. Piştî ku li ser vê kêşeyê biryareke neteweyî bê girtin, em ê bikaribin pirsên Latinî bi hêsantirî çareser bikin. Lewma jî, digel ku bi taybetî gelek dengdarên bîyanî li elifbêya Latinî nayên, me rast nedît em di amadekirina vê berhema mezin de li gorî xwe tiştinan li elifbêya xwe ya Latinî ya berdest zêde bikin ku dîroka peydabûn û pêkhatina wê dirêjî yekem nîveka sedsala 20. dibe. Me ev biryara xwe li her pênc berhemên Xanî sepand.

Deqa Mem û Zînê ya ku me ji elifbêya Erebî tîpguhêzî kir bo Latinî, ya Çapa Stembolê-1919’an e. Tevî ku giş derneketibine holê jî, bi qasî ku tê zanîn, li welatê me, li ba seyda û alimên medreseyan tibabek destnivîsên berhemên me yên kilasîk hene ku di domahîya bi sedan salan de ji ber hev hatine girtin, lê ji ber ku destnivîsên ji destên xwedîyên van deqan, ango nivîskaran, êdî bi pirranî ne li ber destên me ne, di van destnivîsên heyî de cî bi cî peyv û terkîbên cuda û di yên ku qonaxa hevçax de li çapxaneyan hatine çapkirin jî xeletîyên çapê hene. Li jêr van şert û mercên heyî, Çapa Stembolê bi raya me, çapa yekgirtî ye, standard e. Piştî ku tîpguhêzîya Mem û Zînê ji vê çapê hate kirin, me ew da ber çapên bi Latinî yên M. Emîn Bozarslan û Arif Zêrevan, heta ku ji me hat, me li ser wan cîyên ku ji hev cihê hatine çapkirin, peyv û terkîba, bi ya me rast, çêtir girt.

Ji bo ku deqa Mem û Zînê ya ku têgihiştina wê bi têra xwe zehmet e piçekî hêsantir bibe, me wateyên gelek peyvan li kêleka risteyan bi cî kirin, ku ev metodeke hevçerxtir e.

Ji bo berhevkirina Dîwana Ehmedê Xanî jî, me ji wan jêderkan wergirt ku heta niha hatine çapkirin û tê de helbestên ku ji destnivîsên kesên wekî Mele Îbrahîmê Zivingî, Aleksander Jaba, Mihemed Elî Qeredaxî û ên din hatine berhevkirin, ku me di vê yekê de ji berhema rêzdar Mûrad Ciwan sûd wergirt. Ji bilî van, seydayê rêzdar, Zeynelabidîn Zinar tîpguhêzîyên xwe yên heşt helbestên Xanî tevî vê berhemê kirin, ku me çend peyv, terkîb û beşên ku ji destnivîsan rêş bûne û nehatine xwendin ji jêderkên din temam kirin. Her wiha, me sê helbestên Xanî yên din jî, ji berhema seydayê rêzdar, Evdirehman Durre wergirtin, bi vî awayî, Dîwana Ehmedê Xanî ta vê radeyê berhev kir, a ku bi îhtimaleke mezin pirranîya wê winda bûye, Dîwan ji 33 helbestan pêk hat. Xwîner ê têbînî û nîşeyên pêwîst di binê helbestan de bibînin, ew ê bikaribin ji wan jêderkan sûdê werbigirin. Ji bo ku helbest hebekî din baştir bêne famkirin, me di dawîya Dîwanê de ferhengokek jî çêkir.

Deqên Nûbara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê û Eqîdeya Îslamê yên di vê pirtûkê de me dîsa ji seydayê rêzdar, Zeynelabidîn Zinar wergirtin. Ev deq berê yekem car li Ewrûpayê hatine çapkirin, ku di nava vê pirtûkê de, piştî navên pirtûkan sala çapê û cîyê çapê hatiye dîyarkirin. Bi tenê tiştê ku me ji bo vê edîsyonê kir ew e ku me her du eqîde wekî du pirtûkên ji hev cuda di vê pirtûka ‘hemû berhem’an de bi cî kirin, ku di çapa berê de her wekî yek pirtûk hatine nîşandan.

Piştî xebata bi mehan, Weşanên Lîsê, ya ku di binê navê rêza Bênder de Ehmedê Xanî – Hemû Berhem kire pirtûka pêşîn a ji nû ve edîtkirin û çapkirina kilasîkên me yên sereke, bi hêvîya ku dê ev berhem êdî bi awirekî nû werine xwendin û rengê hebûna me ya qels veguherînin, gelekî serbilind e û ji ber hemû pêşîkêşî, alîkarî û keda wan, bi dil û can spasdar e bo Lal Laleş, Mîran Janbar, Şener Ozmen, Elîxan Loran, Mele Burhanê ku tîpguhêzîya Mem û Zînê kir, Selîm Temoyê ku pêşgotina xwe texsîr nekir, Bextîyar Mermertaş û Feray Macitê, her wiha, ji ber keda wan a bêhevta ya di veguhestin û ronîkirina berhemên me yên kilasîk de minetdar e ji seydayên me yên rêzdar, Celadet Alî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Elaedîn Secadî, Hejar Mukrîyanî, Sadiq Behaedînê Amêdî, Perwîz Cîhanî, Arif Zêrevan, Mûrad Ciwan, Abdurrehman Durre, Evdile Varlî, Celaledîn Yoyler û H. Mem re. Xebatên wan ên hêja em xurt kirin.

Çawa ku di risteya Xanî’yê mezin de terîfa bê kem û kurî hatiye lêxistin, ku me ji nîşeyên xwe yên edîtoryal re kire sernav, deqxwanek nebe, xwedîyê me’neyê çi bike? Kula Xanî’yê ku xwedîyê me’ne û wateya me ye, tev ev e! Peyama wî ya ku ev zêdeyî sê sed salan e li pey xwîner û şagirdên xwe digere. Peyama wî ya ku dibêje:

          “Gul hifz-i dibin bi nûkê xaran

          Gencîne xwedan dibin bi maran”

 

Kawa Nemir

18’ê Gulana 2008’an

          Amed

 

* Ji helbesta Ehmedê Xanî ya bi navê Mîrê meclis nekenit, mutrubê goya çi bikit;

“Teb’ê Xanî sedefa gewherê ‘irfan e welî

Metinxwanek nebitin, sahibê me’na çi bikit”

Privacy Settings
We use cookies to enhance your experience while using our website. If you are using our Services via a browser you can restrict, block or remove cookies through your web browser settings. We also use content and scripts from third parties that may use tracking technologies. You can selectively provide your consent below to allow such third party embeds. For complete information about the cookies we use, data we collect and how we process them, please check our Privacy Policy
Youtube
Consent to display content from Youtube
Vimeo
Consent to display content from Vimeo
Google Maps
Consent to display content from Google
Spotify
Consent to display content from Spotify
Sound Cloud
Consent to display content from Sound