Kawa Nemir

Kawa Nemir: Koordînator (Coordinator)

Kawa Nemir * Şa’ir, çîroknûs û wergêr. Di 29ê Gulana 1974an de li Bakurê Kurdistanê, li Îdirê ji dayîk
bûye, li Enqereyê di Zankoya Hacettepeyê de û li Stembolê di Zankoya Stembolê de ziman û
edebiyata ingilîzî xwend. Paşê di Zankoya Stembolê de ziman û edebiyata kevn a yewnanî û latînî
xwend, lê piştî du salan, di 2002yan de, ji ber çalakiyên xwe yên peywendîdarî ziman û edebiyata
kurdî, ji zankoyê hat qewirandin. 

Nemir di navbera 1997an û 2003yan de wekî edîtorê kovara keltorê, hunerê û edebiyatê ya mehane Jiyana Rewşenê xebitî, ku 52 hejmarên wê derçûne, her wiha, wekî edîtorê kovara Rewşen-Nameyê ya ku sê hejmarên wê derçûne. Her du kovar jî bi giştî wekî nûnerên hizr û boçûnên serekî yên Nifşê 90î yan jî Nifşê Rewşenê yê qonaxa wêjeyî têne zanîn, a ku jêderk e bo beşeke pirr ji kartêkertirîn şa’ir û nivîskarên ciwan ên îro. Di 2003yan de, Nemir weşanxaneya bi navê Bajar damezirand, armanca kîjanê ew bû ku wergerên ji edebiyata cîhanê bo kurdî biweşîne. Lê piştî weşandina çend kitêban, ji ber sedemên darayî, manewî û tenduristiyê, Bajar bê gav ma ku feramoş bibe. Ta roja îro, wî, gelek şi’rên ji ingilîzî wergerandî jî tê de, berhemên gelek şa’ir, romannûs, çîroknûs û şanonûsên ingilîz, emerîkan, ayrlendî û tirk wergerandine zimanê kurdî. Wî 103 kitêb wergerandine kurdî, ta niha 27 ji wan hatine weşandin. Nemir bi xwe bi şêweyekî çalak beşdariyê li şanoya kurdî dike. Wergera wî ya şanonameya bi navê Hamlet a William Shakespeare di 2012an de ji aliyê Theater RASTê ve bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê hat berhemhênan, ku wî bi xwe dilqê sawêrê Şah Hamlet tê de lîst. Wî Mem û Zîna Ehmedê Xanî adebteyî şanoyê kir û ev şanoname di 2014an de ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat berhemhênan. Wergera wî ya şanonameya bi navê Xewna Şeveke Havînê ya William Shakespeare di sala 2019an de ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat berhemhênan. Her wiha, di sala 2019an de wî lîbrettoyên operaya bi navê Tosca ya Puccini wergerandine kurdî û adebte kirin û ev opera bi derhêneriya derhêner Celil Toksöz û bi awazdanîna awazdaner Ardaşes Agoşyan, ji aliyê Theater RASTê ve bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê li Hollendê hat berhemhênan. Hindek şi’rên Nemir bo ingilîzî û tirkî hatine wergerandin. Wî romana bi navê Ulysses a James Joyce wergerande Kurdî û xebata wî ya serekî ya di warê wergerê de li ser berhemên William Shakespeare û James Joyce e. Kawa Nemir li Amsterdamê dimîne. Berhemên wî: Şi’r: Selpakfiroş, 2003 Bîşenga Deşta Dûr, 2006 Salname, 2009 Bêdengî û Tiştên Din, 2012 Kevirên Bendewarîyê, 2015 Morana Gerdûnê, Bayê Labûte, haîkû, 2016 Soneyên Sewdaser, sone, 2019 Peyvên Biçûk, 2021 Kurteçîrok: Çavdêriyên Barbarekî, 2011 Werger: Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolocî, 2000 Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002 Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004 Welatê Bejî û Deh Koroyên ‘The Rock’ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004 Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, şi’r, 2005 Sisli Şehir, Jan Dost (wergera romana bi navê Mijabad bo tirkî), 2006 Pûşpera Gêlazan, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008 The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, şi’r, 2010

Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbakir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, (kitêba sêzimanî, wergera wê ya ji tirkî bo ingilîzî û kurdî), danasîna bajêr, 2011 Taxa Filla, Mıgırdiç Margosyan, kurteçîrok, 2011 Beth-Nahrin, Naûm Faîq (berhevoka bendên Naûm Faîq ê rewşenbîr û nivîskarê suryanî, bi kurdî, tirkî û suryanî), bend, 2011 Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011 Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013 Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013 Piling, William Blake, şi’r, 2013 Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013 Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013 Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, şi’r, 2014 Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014 Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, 2015 Stranên Evînî, Sara Teasdale, şi’r, 2015 Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015 Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019 Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021 The Complete Sonnets of William Shakespeare / Sercem Soneyên William Shakespeare, şi’r, 2021 Macbeth, William Shakespeare, şanoname, 2021 Bazirganê Venedîkê, William Shakespeare, şanoname, 2021 Collected Poems of James Joyce / Sercem Şi’rên James Joyce, şi’r, 2022 Xelatên ku wî wergirtine: Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sağnıç a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2010 Zanyariyên ragihanê: Navnîşana e-posteyê: kawanemir@gmail.com

Spread the word